Ji kerema xwe re nav û naveroka malperan bi zaravê Kurmancî binivîsînin. Ger malperekî bi zaravê Soranî an Zazakî be, di kêleka naverokê de (soranî)an (zazakî) binivîsînin. Ger World/Kurdish ji weshana testê derket emê xebat bimeshînin ku ji bo zaravê Soranî û Zazakî jî kategorî were vekirin.
Divê her malper carekî were pêvekirin û nivîsekî kin li ser naveroka malperê jî were nivîsandin. Divê nivîsa li ser naveroka malperê notr be. Em nikarin malperekî rexne bikin an peznê wî bidin. Ji kerema xwe re li ser rastnivîsandinê bisekinin. Her bêje(kelîme) yê ku hun li vir dinivîsînin wê tesîrê li ser Kurdî bike û di internetê de belav bibe.